Li Başîkê dengê mizgeft û dêran bilind dibe

Başîk-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge dibêje, îro deriyên mizgeft û dêran û cihê pîroz ên Êzdiyan li pêşiya xelkê navçeya Başîkê hatin vekirin û xelkê bi germî pêşwazî li mana Hêzên Pêşmerge li devera wan kirin da ku wan biparêzin.
Husên Yezdanpena Fermandarê Pêşmerge li Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha ku Başîk bi temamî di bin destê Hêzên Pêşmerge de ye, aramî vegeriyaye navçeyê û Hêzên Pêşmerge cihên pîroz ji mizgeft û dêr û cihên êzdiyan diparêzin û deriyê wan îro vebûn û xelk berê xwe didin wan û dingê wan bilind dibin.”
Li gorî wî fermandarê Pêşmerge, xelkê bi germî pêşwazî li hebûna Pêşmerge li Başîkê kir û hêvî xwestin ku Pêşmerge her li devera wan bimînin, da ku wan biparêzin û careke din rastî karesatan nebin.




