Kakeyî: Peyama Serok Barzanî xelk piştrast kirin

Xazir-KDP.info- Berpirsekî PDKê dibêje, xelkê navçeyên Kurdistanî yên ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatibûn rizgarkirin ditirsan ku Pêşmerge ji navçeyên wan vekşin, lê piştî peyama Serok Barzanî xelkê wan navçeyan piştrast bûn ku Pêşmerge venakşin û dê parastî bin da ku careke din rastî jenosîd û tawanan nebin.
Hebîb Kakeyî Berpirsê Komîteya Navçeya Xazirê ya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Peyama Serok Barzanî ya duhî li Başîkê di wextê xwe de bû ku xelkê wan navçeyên Kurdistanê piştrast kirin, ji ber ku ev çend roj bûn ku dihat gotin ku Hêzên Pêşmerge dê ji navçeyên ku hatine rizgarkirin, vekşin û xelk ji ber vê yekê pir dilgiran bibûn. Lê duhî û piştî ku Serok Barzanî ragihand ku Pêşmerge venakşin û wan bi tenê nahêlin, xelk niha dilrehet bûne.”
Kakeyî wiha got: “Beriya niha xelkê navçeyên Kurdistanî yên derdora Mûsilê û Deşta Neynewa rastî metirsiyeke mezin bûne û ji dema hatina Qayîde û heta bi hatina DAIŞê jenosîd û tawanên li dijî mirovatiyê dîtine û bi vekişandina Pêmerge ji wan navçeyan dê dîsa metirsî bikeve ser wan. Heta Pêşmerge nehatin navçeyê xelk ji jiyana xwe piştrast nebûn.”




