Serok Barzanî gihişt bajêrê Kerkûkê

Serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi serdanekê gihişt bajêrê Kerkûkê.
Helo Necat birêveberê asayişa bajêrê Kerkûkê ji KDP.info re ragihand ku, îro 10/12/2012 Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serdanekê gihişt bajêrê Kerkûkê, û got: " Mebest ji serdana serok Barzanî piştivaniya li hêza pêşmerge."
Hêjayî gotinê ye serokê herêma kurdistanê berdewam serdana hêzên pêşmerge dike daku haj ji rewşa wan hebe




