26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Barzanî: Qet em ji riya serxwebûnê venagerin..Xwîna hemû perçeyan Kurdistanê di çeperekê de têkel bûye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku di serdana xwe ya dawî ya Bexdayê de bi eşkere behsa serxwebûna Herêma Kurdistanê kiriye û qet em ji wê riyê venagerin û got; “Li ser venekişandina ji navçeyên kurdî em li gel Amerîkayê rekeftine.”

Serokê Herêma Kuridstanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Kurdistanê Mesûd Barzanî îro (16.11.2016) li navçeya Başîkê ligel fermandarên pêşmerge û kesayetî û rûspiyên pêkhateyên Başîkê civînek pêk anî û gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand: “Niha li Başîkê ew wêneya ku me dixwest bibînin, dibînin. Hemû pêkhateyên herêmê dîsa dê li van axan di nava aştiyê de bijîn.”

Serok Barzanî diyar kir ku DAIŞ hêza xwe wenda kiriye û li hember operasyonên Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê têk çûye û wiha pêde çû: “Êdî ewê nekarin careke din berê xwe bidin Kurdistanê. Dê hevkarên wan jî bi ceza nemîne. Ew kesên ku alîkarî dane DAIŞê jî dê nekarin gava xwe biavêjin Kurdistanê. Bên girtin jî dê tola şehîdan ji wan bê stendin.”

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê operasyona Mûsilê de daxuyand ku dê pêşmerge ji wan herêmên hatine rizgarkirin venekişe, li wan navçeyan dê hêzên xwecihî parastina xwe bikin û Hêzên Pêşmerge jî piştgiriyê bide wan.

Mesûd Barzanî ragihand, “Di serdana xwe ya dawî ya Bexdayê de min bi eşkereyî behsa serxwebûna Kurdistanê kir. Ya baştir em bi hevre bi rêkeftinê bigihin encamekî. Made mem nikarin bi şîrîkî bijîn, bila em bibin cîranên baş. Em li gel Amerîkayê rêketin û dê ji navçeyên Kurdistanî venekişin.”

Derbarê daxwazên sîstema parêzgariyê de jî Mesûd Barzanî wiha got: “Ev navçe bi xwîna 11 hezar û 500 pêşmergeyan hate rizgarkirin. Niha hinek rabûne behsa sîstema parêzgariyê dikin. Ne mumkune ku piştî ev hinde şehîd û qurbaniyan em danûstandina rasterast a navendê ligel parêzgehan qebûl bikin. Herwiha em qet ji riya serxwebûnê venagerin. Me di serdana xwe ya dawî de bo Bexdayê jî behsa serxwebûnê kir û cihê dilxweşiyê ye ku têgiheştineke baş li cem wan hebû bo vê piroseyê. Eger me li ser serxwebûnê lihev kir, pêwîstî bi referandumê namîne, lê eger me lihev nekir emê referandumê bikin.”

Serok Barzanî herwiha ji bo çareseriya pirsgirêkên navxwe yên Herêma Kurdistanê jî bang li aliyan kir da ku bicivin û ew jî piştgiriyê dide wan. Derbarê vê yekê de jî wiha got: “Pirsgirêkên me pirin û gazindeyên me hemuyan hene, gazindên min jî hene. Werin rêkbikevin û çareseriya wan pirsgirêkan gotûbêj bikin. Eger niyet paqij bin, ez bi her awayekî piştevaniyê lê bikim.”

Serok Barzanî herwih amaje kir ku xwîna kur û keçên hemû parçeyên Kurdistanê di yek eniyê de têkel bûye û ev yek jî destkefta herî mezin e.

Nûçeyên têkildar