26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerîm: Yên dibêjin bila Bexda rêveberiya Silêmaniyê bike, dixwazin Kurdistanê têk bidin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, yên dibêjin bila Bexda rêveberiya Silêmaniyê bike dûrûyê dikin û dixwazin Herêma Kurdistanê têk bidin.

Necmedîn Kerîm ku hevdem Endamê Polîtburoya YNKê ye, derbarê îdîyaya hinek endamên partiya wî ku dibêjin bi pilana PDKê hewla biherêmkirina Kerkûkê heye, ragihand: “Ev yek nerast e, yên ku wan tohmetan çêdike, eslen rast nabêjin û bila bêjin wan çi kiriye bo vegera Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê.”

Necmedîn Kerîm ji Rûdawê re wiha got: “Dema behsa biherêmkirina Kerkûkê hat kirin, Polîtburûyên PDK û YNKê û Goran jî daxuyanî derxistin û gotin divê Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê, lê niha hin ji wan kesên ku daxwaza vegera Kerkûkê bo ser Kurdistanê dikirin dibêjin bila Hikûmeta Iraqê Silêmaniyê birêve bibe, ku dûrûyî di vê yekê de heye. Ev yek jî tê wateya ku dixwazin Herêma Kurdistanê têk bidin.”

 

Nûçeyên têkildar