Pêşmerge dixwazin bi kêmtirîn ziyan komelgehên Şingalê rizgar bikin

Şingal-KDP.info- Cîgirê Fermandarê Şingalê yê Hêzên Pêşmerge dibêje, li sînorê Şingalê 5 komelgeh mane ku ji destê DAIŞê bên derxistin û Hêzên Pêşmerge dixwazin wan komelgehên nêzîkî Beac û Bilêc bi kêmtirîn ziyan rizgar bikin.
Emîd Simê Boselî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji destpêka operasyona Mûsilê û heta niha terorîstên DAIŞê ji navçeya Beac û nahiyeya Bilêc ên başûrê Şingalê ku xelkê wan ereb in, 2 can êrişî Pêşmerge kirine, lê êrişên wan hatin têkbirin û gelek ziyan dîtin.”
Boselî wiha got: “5 komelgeh û 6 gund mane di destê DAIŞê de, girtina wan dê asan be, lê bi hebûna DAIŞê li Mûsilê dê parastina wan hinekî zehmet be, ji ber ku ew komelgeh li ser riya Mûsil – Sûriyê ne. lewma em dixwazin wir bi kêmtirîn ziyan rizgar bikin û nêzîk emê pilanê ji rizgarkirina wan re deynin.”




