26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Êmînkî pêşwazî li malbata şehîd Dr. Silêman kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlemantoya Kurdistanê Dr. Ceifer Îbrahîm Êmînkî pêşwazî li malbata şehîd Dr. Silêman kir û ragihand ku Dr. Silêman qet nayê jibîrkirin û bûye sembola têkoşîn û berxwedan û mînaka wefa û dilsoziya niştimanperweriyê li hemû Kurdistanê.

Îro Sêşemê 15-11-2016ê Dr. Ceifer Îbrahîm Êmînkî Cîgirê Serokê Parlemantoya Kurdistanê pêşwazî li birayê şehîd Dr. Silêman û hevjîna wî kir.

Di wê hevdîtina ku endamên Komîteya Pêşmerge ya Parlemantoya Kurdistanê û hejmarek parlemanter amade bûn, Dr. Ceifer Êmînkî bi nave serokatiya Parlemantoya Kurdistanê û gelê Kurdistanê spasiya malbata şehîd kir û sebir ji wan re xwest li hember jidestdana wî mêrxas û cangoriyê Pêşmerge.

Êmînkî wiha ji malbata Şehîd Dr. Silêman re got: “Şehîdbûna Dr. Silêman wek pêşmergeyekî xwebexş û pispor di warê pûçkirina mayînan de, şerefeke mezin e bo me û ji bo we û ji bo gelê Kurdistanê bi giştî û ji bo we her aştîxwazekî li cîhanê. Herwiha jidestdana vî mêrxasê ku canê xwe di ber parastina ax û azadiya Kurdistanê û doza rewa ya neteweya xwe de kir qurbanî, xesareteke mezin e.

Cîgirê Serokê Parlemantoya Kurdistanê Dr. Ceifer Îbrahîm Êmînkî ragihand ku Dr. Silêman qet nayê jibîrkirin û bûye sembola têkoşîn û berxwedan û mînaka wefa û dilsoziya niştimanperweriyê li hemû Kurdistanê, ku qet nayê jibîrkirin.”

Ji aliyê xwe ve, birayê Dr. Silêman spasiya Dr. Ceifer Îbrahîm Êmînkî kir û wiha got: “Kurdistan welatê me hemûyan e û bergirîkirin li ax û welat erkekî pîroz e û Dr. Silêman hemû jiyana xwe bo vê yekê terxan kiribû.”

Di dawiyê de wek rêzlêgirtin bo xebata vê malbatê, Êmînkî logoya Parlemantoya Kurdistanê ligel spasî û pêzanîna parlemantoyê pêşkêşî malbata Dr. Silêman kir.

Nûçeyên têkildar