26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarekî Pêşmerge: Em ji navçeyên Kurdistanî qet venakşin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Fermandarê Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî Lîwa Seyid Hejar ew gotin red kirin ku dibêjin piştî girtina Mûsilê dê Hêzên Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên ku hatine rizgarkirin, vekşin. Herwiha dibêje, Hêzên Pêşmerge bi xwînê navçeyên xwe azad kirine û li gorî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê Pêşmerge ji wan navçeyan venakşin.

Lîwa Seyid Hejar ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge ji wan navçeyên ku bixwînê rizgar kirine, venakşin, bo taybetî jî ji wan navçeyên ku nû hatine rizgarkirin, ji ber ku Pêşmerge bi hêz û beza xwe karîn wan navçeyan ji destê terorîstên DAIŞê derxînin û wan navçeyan vegerînin ser welat. Bi taybetî ev eniya ku ez lê me ku Başîk û Şaqolî ye, heta nêzîkî Giwêrê me çeper danîne û bi ti awayekî hêzên me venakşin.”

Wî fermandarê Pêşmerge da zanîn ku Hêzên Pêşmerge bi dirêjiya sînorê Kurdistanê xendeq kolandine, da ku ti hêzek nêzîkî axa Kurdistanê nebe û li gorî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê jî Hêzên Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî venakşin.

Derbarê operasyona Mûsilê ku berdewam e, Seyid Hejar wiha domand: “Hevahengiyeke baş di navbera me û artêşa Iraqê de heye bo rizgarkirina Mûsilê û heta niha navçeyeke berfireh ji Mûsilê hatiye rizgarkirin û ew operasyon bi serkeftî birêve diçe û ew operasyon sist nebûye ye.”

Nûçeyên têkildar