26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sune: Bo qonaxa piştî DAIŞê çavê me li rol û serkirdatiya Serok Barzanî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Serok û şandeke pilebilind a Kutleya El Muteahîdûn a Suniyên Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand bo qonaxa piştî DAIŞê çavê me li rol û serkirdatiya Serok Barzanî ye.

Roja dûşem 14.11.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Usame Nuceyfî Cîgirê Serok Komarê Iraqê û şandeke bilinda Kutleya El Muteahîdun li Encûmena Nûnerên Iraqê kir.
Li civînê de ku rêzdar Fazil Mîranî Sekreter û Dr Roj Nurî Şaweys û Hoşyar Zêbarî û Azad Berwarî Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, serkeftinên dawî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê li proseya azadkirina Musil û navçeyên din hate nirxandin û hemahengî û plana hevbeşa serbazî ya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi bilind hate nirxandin û şanda mîhvan ji bo wan serkeftinên li şerê dijî terorîstan bi dest hatine, pîrozbahiyê li Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û ragihand eger serkirdayetiya hekîmane û serkeftiya Serok Barzanî nebûya DAIŞê bi wan hemû hêz û şiyanên xwe ve tuşî wê şikesta mezin nedibû û navçe li nava çarenûseke metirsîdar de dibû û ji bo qonaxa piştî DAIŞê jî ku gelek hestiyare çavên me li rola girîng û serkirdayetiya rêzdare.
Her wiha spasî Hikûmet û gelê Kurdistanê kirin ji bo hewandina wê hejmara zêdeya penaber û lêqewimiyan û ragihand ku tu carî wê helwestê ji bîr nakîn.
Her li vê civînê de Serok Barzanî ragihand ku hewandina koçberan pêwîstî bi spas û pêzanînê tûne, ji ber ku ewe nirx û bihayê bilindê xelkê Kurdistanê ye.

Di derbarê qonaxa piştî azadkirina Musilê û şikandina terorîstan, Serok Barzanî tekez kir ku berî destpêkirina proseya azadkirina Musilê çend carek min daxwaz kir ku li gel proseya serbazî pêwîst e rêkkeftineke siyasî hebe, heta paşaroja pêkhatan parastî bê û hemû eger û gefan li ber çav bigrin, niha jî ku lîjneya hemahengiyê heye, hêviya me eweye bi cîddî kar ji bo qonaxa piştî DAIŞê bê kirin û hemahengiyek hebê ku rê li dûbarebûna karesatan bê girtin.
Her li civînê de behsa mekanîzmeyên hemahengiya di navbera aliyan ya ji bo rûbirûbûna wan gefên piştî azadkirina Musilê têne pêş kirin. Bi cûreyek ku aramî ji bo hemû pêkhatên parêzgehan bê mîsoger kirin û jiyan û malê wan parastî bê û bawerî ji bo wan vegerê.

Nûçeyên têkildar