Kirwatya: Pêşmerge hemû pêkhate bêcudahî parastine

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Serokwezîrê Kurdistanê de, Balyozê nû yê Kirwatya li Iraqê ragihand ku welatê wî amade ye li gorî ezmûna xwe alîkariya pêşxistina aboriya Kurdistanê bike.
Îro Dûşema 14-11-2016 danê êvarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Kirwatya li Iraqê Îvan Yorîç û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de, Îvan Yorîç kêfxweşiya xwe bi asayiş û aramî û pêşkeftina li Herêma Kurdistanê nîşan da û pêzanînên xwe bo xelk û hikûmet û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nîşan da, ew jî ji ber rûbirûbûna terorê û bergiriya wan li hemû pêkhateyan bêcudahî. Herwiha da zanîn tiştê ji destê wan hatiye ji bo alîkariya Pêşmerge kirine.
Şanda mêvan tekez kir li ser pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kirwatya de û da zanîn ku welatê wî amade ye li gorî ezmûna xwe alîkariya pêşxistina aboriya Kurdistanê bike, bi taybetî jî di warê vekirina xulên perwerdeya geştûguzariyan de.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye baştirîn pêwendiyên dîplomatîk û aborî ligel Kirwatya girêbide.




