“Vegera bin destê Bexdayê pirojeyeke welatên herêmê ye”

Hewlêr-KDP.info- Nivîskarê Kurd Meşxel Kewlosî amaje bi pirojeyeke metirsîdarî herêmî li ser Herêma Kurdistanê dike û dibêje, ew pilan di serî de ji qutkirina budce û mûçeyên fermanberan destpê kir, heta ku zarokek li ser cadeyê daxwaz bike em vegerin bin destê Bexdayê.
Meşxel Kewlosî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em hest bi pirojeyekî herêmî metirsîdar li dijî Herêma Kurdistanê dikin bo qutkirina Silêmaniyê ji Hewlêrê, ku ji destpêka sala 2014ê bi qutkirina pereyên Kurdistanê dest bi wê pirojeyê hat kirin û pêngav bi pêngav kar jê re hat kirin, heta ku bigihê astekê zarokek li kolanê daxwaz bike Silêmaniyê bikeve ser Bexdayê de.”
Wî nivîskarî wiha got: “Gerek ji serî de Herêma Kurdistanê jî li dijî Hikûmeta Iraqê kartên xwe bikar anîbana, lê niha em gihîştine xala ku veger jê tune ye. Lê mixabin pirojeya ku Kurd jî daxwaza wê dikin bi vegera bin destê Bexdayê, pirojeyeke welatên herêmê ye bo jinavbirina serxwebûna Kurdistanê.




