Osman: Divê daxwazên xelkê nebin derfet bo berjewendiyên hizbî
__2016_11_14_h16m25s24__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê Kurdistanê Mehmûd Osman derbarê pirsgirêkên Herêma Kurdistanê nerazîbûnên xelkê dibêje, nerazîbûn ji mafê xelkê ye û bila Hikûmeta Kurdistanê daxwazên wan cîbicî bike da ku hinek alî û hizib bo pilanên xwe li wan daxwazên xelkê siwar nebin.
Mehmûd Osman ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew neraazîbûnên ku li hinek navçeyên Kurdistanê hene mafê xelkê ne û divê hikûmet vê kirîzê derbas bike, ji ber ku dê mezintir bibe û dê hin alî wan nerazîbûnan wek derfet bikar bînin û pilanên xwe cîbicî bikin.”
Derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê û giringiya wê bo Herêma Kurdistanê, Osman wiha got: “Operasyona rizgarkirina Mûsilê xwedî giringiyeke mezin e bo Herêma Kurdistanê û bi nemana wan terorîstan metirsî li ser asayişa Herêma Kurdistanê namîne û naçeyên Kurdistanî dê vegerin ser Herêma Kurdistanê û dê sînorekî me yê nû çêbibe.




