Reşîd: PYD hiştiye xelk bêjin xwezî bi dema rêjîmê

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd dibêje, kar û kiryarên PYDê li dijî Kurd û Kurdistan û pirojeya Kurdî bûne sedem ku xelkê Rojava bêjin xwezî bi dema rêjîma Esed.
Newaf Reşîd ji malpera KDP.info re ragihand: “PYDê li Rojavayê Kurdistanê hêj endam û serkirdeyên me bernedane, hinekan azad dike û hinekan digire û zindanên wan ji endamên me vala nabin, lewma jî niha ji ber siyasetên PYDê Rojavayê Kurdistanê ji xelkê vala bûye û xelk koçber dibin.”
Reşîd wiha got: “Kar û kiryarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurd û Kurdistan û pirojeya Kurdî ne, wan karan jî dikin da ku xelk li dema rêjîma Sûriyê poşman bibin, lewma jî niha xelk dibêjin xwezî bi dema rêjîmê, ku ev jî pilana rêjîmê ye li dijî Kurdan.”
Wî endamê Nûneratiya ENKSê wiha domand: “PYD nexwedî ti pirojeyekî netewî ye û dibêjin niha nedema dewleta netewî ye û dema wê çûye. Ew pirojeya PKKê cîbicî dikin ku Rojava bikin milkê xwe, lê xelkê Rojavayê Kurdistanê wê yekê qebûl nakin.”




