26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Edhem Barzanî: Yê dibêje divê Bexda rêveberiya Kurdistanê bike, bila ji vir barke

Çavkanî: KDP.info

 Hewlêr-KDP.info- Serokê Encûmena Rêveberiya PDKê ya Silêmanî û Helebçe, dibêje, hêvîdar im nêrînên cîgirê duyem ê serokê parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed, ku ji Tevgera Gorran û dixwaze Silêmanî danûstandinên rasterast ligel Bexda bike, tenê nêrînên wî be û dibêje: “Her hizbek xwedî wê nêrînê be, bila ji vir barke.”

 

Serokê Encûmena Rêveberiya PDKê ya Silêmanî û Helebçe Şêx Edhem Barzanî ji malpera KDP.info re ragehand: “Ez hêvîdar im ev nêrîna Aram Şêx Mihemed, ku di xwepêşandanê de behs kir, nêrîna Newşîrwan Mistefa û rêveberên din ên Gorran nebe û xwe ji wê nêrînê dûr bixin. Ji ber ev nêrînekî pir xirab e. Nabe tu tevger an jî partiyekî kurd nêrînekî waha ragehîne, ji ber ev nêrîna erebên şovenîst e di hemû dirêjayiya dîrokê de ev nêrîne parastine û bi vê nêrînê jî axa me parçe kirine.” 

 

Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê yê duyem Aram Şêx Mihemed roja 12.11.2016ê di xwepêşandanên Silêmanî de ku berpirsên PDKê wê xwepêşandanê wek xwepêşandana Gorran pênase dikin, gotibû, eger Hikûmeta Kurdistanê û Bexda negihên rêkeftinekê, bila Bexda cuda û wek parêzgehên din ên Iraqê kar ligel parêzgeha Silêmaniyê jî bike.

 

Edhem Barzanî li ser vê mijarê got: “Ez hêvîdar im tenê nêrînên Aram Şêx Mihemed be, ji ber ev nêrîn cihê xwe tune ye di nav civaka Kurdistanê de. Her tevger û partiyekî xwedî vê nêrînê be divê barke û derkeve ji nav vî miletî û ew deryaya xwînê ya tejî li serbilindiyê, bo azadiya vê axa pîroz hatiye rijandin, ez naxwazim gotinên min cuda bên pênase kirin, lê xwastekên gel rê nade nêrînekî waha seqet, ku hemû qurbaniyên gel di dirêjayiya hemû dîrokê de, ku her ji Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Riza, Şêx Mehmûdê Hedîf, Şêx Ehmed, Şêx Ebdulselam û Mela Mistefayê Barzanî û bi dehan şoreşên din gel nahêle li ber ba here û destkevtên vê şoreşê bi destên xwe bide dijminên gelê kurd. Ji bo vê ez hêvîdarim ev tenê nêrînên kesî yê wî bixwe be.”

 

Nûçeyên têkildar