26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka serkeftinên Pêşmerge li derdora Mûsilê bilind dinirxîne

Çavkanî: KDP.info

 Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, Balyozê Amerîka li Iraqê serkeftinên wê dawiyê yên Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê li derdora Mûsilê bilind nirxand.

 

Îro Yekşema 13-11-2016 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Sîlîman û şanda pê re kir.

 

Di wê hevdîtinê de, Balyozê Amerîka serkeftinên vê dawiyê yên Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê li derdora Mûsilê bilind nirxand û sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest û da zanîn ku di şerê Mûsilê de gevahengiyeke mezin di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî heye û ji ber wê yekê jî serkeftinên baş li dijî terorê tên tomarkirin. Herwiha got ku Herêma Kurdistanê pir bi başî alîkariya koçberên Mûsilê dike û pêwîst e civaka navdewletî zêdetir alîkariya pêşkêşî wê bike.

 

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya şanda mêvan kir li ser vê serdanê û li ser alîkariya hevpeymaniya navdewletî bo Hêzên Pêşmerge.

Nûçeyên têkildar