26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Milîsên Heşda Şeibî li nêzîkî Kerkûkê bicîh bûne”

Çavkanî: KDP.info

 Kerkûk-KDP.info- Berpirsekî PDKê li Kerkûkê zanyariyan li ser hatina milîsên Heşda Şeibî bo sînorê Kerkûkê eşkere dike û dibêje, milîsên Şîe hatine sînorê Kerkûkê û li Daqûq û nahiyeya Taze hatine bicîkirin. Herwiha da zanîn ku navenda PDKê li nahiyeya Leylan a Kerkûkê rê li hatina wan çekdaran girtiye ku derbasî nava Leylan bibin û nehişt ew çekdar li wir bicîh bibin.

 

Dr. Ferhad Kerkûkî Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk – Germiyanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Milîsên Heşda Şeibî hatine sînorê parêzgeha Kerkûkê û zêdetir li navçeyên Daqûq û Taze hatine bicîkirin û eger li nava bajarê Kerkûkê jî hebin dê li taxên Şîeyan bicîh bûbin. Yên li nava bajêr in nexuya ne lê dikarin zû xwe bighînin navenda bajêr.”

 

Kerkûkî wiha got: “Em hejmara çekdarên Heşda Şeibî yên ku hatine Kerkûkê nizanin, ji ber ku Şîeyên Kerkûkê hîn jî tevlî wan dibin.”

 

Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Çekdarên Şîe beriya çend rojan xwestin bên nava nahiyeya Leylan lê hevlên me rê li wan girtin û nehiştin li wir bicîh bibin û em rê li hatina çekdarên Heşda Şeibî bo Kerkûkê digrin.”

Nûçeyên têkildar