26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. 616 Pêşmerge şehîd bûne..Tenê 200 malbat vegeriyane

Çavkanî: KDP.info

 Şingal-KDP.info- Ev salek e navçeya Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatiye rizgarkirin lê heta niha tenê nêzîkî 200 malbat vegeriyane ser malên xwe. 

 

Di dirêjahiya du salan de 616 pêşmerge li nav sînorên Şingalê şehîd bûne.

 

Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Di salvegera azadkirina Şingalê de Serok Barzanî wek çawa soz dabû Êzdiyan û xelkê Şingalê ku bajarê wan rizgar bike, niha jî soz da ku hemû deverên derdora Şingalê ji destê terorîstên DAIŞê derxîne.”

 

Mehma Xelîl wiha got: “Qehremaniya Hêzên Pêşmerge hiştiye ku terorîstên DAIŞê gavekê ber bi Şingalê ve nêzîk bibin. Qonaxa bê jî qonaxa rizgarkirina wan gundên Şingalê ye da ku xelkê Şingalê bi serbilindî vegerin ser mal û hale xwe. Herwiha em piştevaniya daxwaz Serok Barzanî dikin ku daxwaz ji civaka navdewletî kiribû ku bajarê Şingalê ava bikin, ji ber ku heta niha tenê 200 malbat vegeriyane bajarê xwe. Herwiha em daxwaz dikin ku PKKê li Şingalê nemîne.”

Nûçeyên têkildar