Serok Barzanî: Em hewl didin ku Êzdî bibin xwedî çarenivîsa xwe

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de ronahî xist ser dîroka Êzdiyan û ew êşên ku bi dirêjahiya dîrokê li ser xuşk û birayên Êzdiyan de hatiye û ragihand her ji şoreşa Eylûlê ve kar ji bo ewe hatiye kirin ku Êzîdî beşdarî xebata siyasî ya gelê xwe bin û rê li asîmîlasyon û çewsandina wan bê girtin, niha hewla Kurdiatanê ew e ku Êzdî bikarin ew bi xwe xwediyê çarenivîsa xwe bin û Herêma Kurdistanê û Pêşmerge yarmetiya Êzdiyan dide ku parêzgeriyê li xwe bikin.
Roja yekşem 13.11.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê pîrozbahiya serkeftinên hêzên Pêşmerge ya li operasyona azadkirina Musilê li Serok Barzanî kir û serxweşiyê jî li kesukarên wan Pêşmergeyan kir ku li şerê dijî terorê da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne. Her wiha pêzanînên welatê xwe jî bi Serok Barzanî ragihand û li ser hemahengî û karê hevbeş ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hêvî xwest ewe bibê bingehek ji bo dirustkirina peywendiyekî stratejî ya di navbera her dû aliyan ya li warê asayîşa navçeyê da.
Li beranber de Serok Barzanî xweşhaliya xwe li wê yekê nîşan da ku hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê serkeftin û destkeftên baş li pey xwe de aniye. Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser salvegera azadkirina Şingalê ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, ronahî xiste li ser dîroka Êzîdiyan û ew êşên ku bi dirêjahiya dîrokê li ser xuşk û birayên Êzîdiyan de hatiye û ragihand her li şoreşa Eylûlê ve kar ji bo ewe hatiye kirin ku Êzîdî beşdarî xebata siyasî ya gelê xwe bin û rê li asîmîlasyon û çewsandina wan bê girtin, niha hewla me eweye ku Êzîdî bikarin ew bi xwe xwediyê çarenûsa xwe bin û Herêma Kurdistanê û Pêşmerge yarmetiya Êzîdiyan dide ku parêzgeriyê li xwe bikin.
Her di vê civînê de behsa qonaxa piştî azadkirina Musil û guhertinên siyasî û emniyên navçeyê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Hikûmeta Iraqê kirin.




