“Goran dixwaze Silêmaniyê radestî Bexda bike”

Bexda-KDP.info- Cîgirê duyem ê Serokê Parlemantoya Iraqê ji Frakisyona Goran Aram Şêx Mehmûd dibêje, eger Hikûmeta Kurdistanê û Bexda negihên rêkeftinekê, bila Bexda cuda û wek parêzgehên din ên Iraqê kar ligel parêzgeha Silêmaniyê jî bike. Parlemantereke Kurd li Bexdayê jî dibêjem Goran dixwaze Bexda îdareya Silêmaniyê bike, ku ev yek jî bi ti awayî ne di berjewendiya Silêmaniyê de ye.
Parlemantera PDKê ya Parlemantoya Iraqê Necîba Necîb ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêşniyara Aram Şêx Mihemed ti bingeheke darayî û yasayî jê re tune ye û divê di serî de hikûmet razî bibe, herwiha salane Bexda kar ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike neligel parêzgehên wê, bi vê yekê jî karkirina Bexdayê bi awayekî cuda ligel Silêmaniyê beruvajî yasa û desturê Iraqê ye.”
Necîba Necîb wiha got: “Bexda eger para parêzgeha Silêmaniyê ji budceya Iraqê bişîne, dê mercên wê hebin, ku Silêmaniyê dahata xwe ya gumrik û balafirgeh û navxwe radestî Bexdayê bike, herwiha dê parêzgeha Silêmaniyê bi temamî bikeve bin destê Bexdayê de û wek parêzgehên din ên Iraqê Bexda dê îdareya wê bike, heta di damezrandinê de dê Bexda biryarê bide.”
Wê parlemantera PDKê wiha domand: “Ew daxuyaniya Goran bo muzayedeya siyasî ye û bi ti awayî nakeve berjewendiya Silêmaniyê û dixwazin bi vê yekê Silêmaniyê radestî Bexda bikin.”




