26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî sersaxî ji malbata pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Qadir Cebarî re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek bo koça dawî ya pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Qadir Cebarî belav kir.

Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û serkirdeyê berê yê PDKê Qadir Cebarî îro danê sibê li Hewlêrê koça dawî kir.

Serok Barzanî di peyamekê de hevxemiya xwe bo koça dawî ya Qadir Cebarî belav kir. naveroka peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata xwedêjêrazî heval Qadir Cebarî

Silavên xwedê li ser we bin

Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya şoreşger û Pêşmergeyê mandûnenas heval Qadir Cebarî gelek xemgîn bûm. Xwedê jêrazî kesayetiyekî Kurdperwer û têkoşer bû ku li şoreşa Mezina Eylûl û xebata çiya û şar û piştî raperînê roleke xwe yê ber bi çav û bi başî hebû.

Xwedê jêrazî Qadir Cebarî, li dîroka Pêşmergayetî û berpirsiyariyetiyê da herdem dilsozane kar kiriye û cihê baweriya serkirdayetiya şoreşê bûye, li xizmetkirina rewşa rewaya neteweya xwe, rastgoyane û serbilindane xebat kiriye. Serxweşiyê li xwe û li we û xizm û kesukar û hevsengerên heval Qadir Cebarî dikim û hevbeşa xema we me.

Nûçeyên têkildar