Cenazeyên 3 pêşmergeyan li Rojava tên veşartin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Duhî 4 pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn, yek ji wan li parêzgeha Dihokê hat veşartin û hersê şehîdên din jî îro bo Rojava tên veguhestin.
Berpirsê Xala Sînorî ya Pêşabûrê Şewket Berbeharî ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha em li hêviya hatina wan cenazeyan e û her dema ku gihêştin cem me, emê bi merasîmekê wan bişînin aliyê Rojavayê Kurdistanê.”
Berbeharî wiha got: “Hejmarek mezin ji xelkê tên bo pêşwaziya li cenazeyên wan pêşmergeyan.”
Pêşemrgeyên ku şehîd ketine ev in: Mulazim Ewel Sêpan Yusuf Sîno, Mulazim Etûf Tahir, Mulazim Mewlûd Riyad Ehmed, Erîfan Kamîran Hiso. Dema ku ji operasyona Musil ji peywira xwe vedigeriyan, bi rêve kamyonek li wan qulibî û şehîd bûn.




