Şingal.. Kurdên Êzdî zarokên xwe dûrî dibistanên PKKê dikin

Şingal-KDP.info- Rêveberê Perwerdeya Şingalê Husên Xidir dibêje, 15 dibistan li Şingalê û derdora wê hatine vekirin û zêdetirî hezar û 700 xwendekar tê de dixwînin, herwiha PKKê çend dibistan vekiriye bo şûştina mejiyê zarokên Êzdî, lewma niha Kurdên Êzdî zarokên xwe ji wan dibistanên neşeriî yên PKKê dûr dikin.
Husên Xidir ji malpera KDP.info re ragihand: “Zêdetirî 57 dibistan li sînorê pewerdeya Şingalê hene, ku li Şingalê û li nava kampan hatine vekirin û 29 hezar xwendekar li wan dibistanan dixwînin. Tenê li sînorê Şingalê 15 dibistan hatine vekirin, ku 14 yên zarokên biçûk in û 1 amadeyî ye û zêdetirî hezar û 700 xwendekar di wan dibistanan de dixwînin, eger koçberên din vegerin Şingalê emê hejmara wan dibistanan zêdetir bikin.”
Xidir wiha got: “Par PKK çend dibistan vekiribûn û mejiyê zarokên Êzdî tê de dişûştin, îsal jî hinek dibistan ji kadirên xwe re vekiriye. Piştî ku em çûn cem dê û bavên wan zarokan û me ji wan re got, eger hûn zarokên xwe bişînin dibistanên PKKê ne Herêma Kurdistanê û ne jî Bexda îtîrafê bi xwendina wan nakin, lemwa bav û daykên wan ew nema şandin wan dibistanên neşeriî.”




