26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Patriyakê Aşûrî: Siyaseta Serok Barzanî ligel Xristiyanan peyameke garantî û hêvîbexş e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pêşwaziya Patriyakê Kilîseyên Rojhilatî yên Aşûrî li Cîhan û Iraqê de ragihand, ku DAIŞê wêraniyek mezin li pey xwe hiştiye û pêwîst e navçeyên hatine azadkirin, ji nû ve bên avakirin. Herwiha şanda mêvan got ku, siyaseta Serok Barzanî ligel Xristiyanên Kurdistan û Iraqê peyameke garantî û hêvîbexş e.

Roja Şemiyê (12-11-2016) Serok Barzanî ligel Patriyakê Kilîseyên Rojhilatî yên Aşûrî li Cîhan û Iraqê, Partriyark Gorsîsê Sêyemê Silêwe û şendekî pê re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de Patrîyakê Kilîseyên Rojhilatî, ji ber hewlên parastina pêkhateyên herêmê û azadkirina navçeyên mesihiyan, spasiya hewlên Serok Barzanî kir. Herwiha ji ber pêşwazîkirin û dabînkirina pêwîstiyên koçberan, parastina jiyana wan spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got siyaseta Serok Barzanî ligel Xristiyanên Kurdistan û Iraqê peyameke garantî û hêvîbexş e.

Patriyak Gorgîsê Sêyemê Silêwe diyar kir ku ev hewl û karên rêveberiya Kuridstanê bûne handerên bihêz ku mesîhî bi hêviyeke mezin vegerin navçeyên xwe.

Patriyakê Kilîseyên Rojhlatî yên Aşûrî di axaftina xwe de pîrozbahiya serkeftinên Hêzên Pêşmerge jî kir.

Ji aliyê din ve Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî amaje bi rewşa şerê li deşta Nînowa kir û behsa rêkeftin û hemahengiya di navbera pêşmerge û Artêşa Iraqê kir û got: “Bi destê Hêzên Pêşmerge serkeftineke pir mezin pêk hatine.”

Serok Barzanî herwiha got: “Terorîstan kavilkariyeke mezin li pey xwe hêliştiye û pêwîste navçeyên hatine azadkirin, ji nû ve bên avakirin da ku xelk carke din bikare vegere malên xwe. Ji bo vê jî pêwîste civaka navdewletî hewldaneke ciddî bike.”

Nûçeyên têkildar