Navçeyên Kurdistanî wêran bûne û divê bên avakirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Komîteya Navçeyên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ya Parlemantoya Kurdistanê Şiwan Şêx Ehmed dibêje, piştî rizgarkirina wan navçeyên Kurdistanî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, ku ji ber şer bi temamî wêran bûne, pêwîst e Hikûmeta Iraqê hewleke ciddî bide bo avakirina wan, da ku koçber vegerin ser mal û halê xwe.
Şiwan Şêx Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku Hêzên Pêşmerge navçeyên Kurdistanê rizgar kirin, eşkere bû ku DAIŞê ew navçe bi temamî wêran kirine. Ji Şingalê heta sînorê Mûsilê hin navçe bi temamî xerab bûne, ji ber ku DAIŞ gihîştiye kuderê û ew der wêran kiriye.”
Şêx Ehmed wiha got: “Pêwîst e Hikûmeta Iraqê hewlên ciddî bide bo avakirina wan navçeyan da ku koçber vegerin ser malên xwe û kesên ku ziyan jî dîtine bên qerebûkirin, da ku jiyan vegere wan navçeyan.”
Serokê Komîteya Navçeyên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ya Parlemantoya Kurdistanê tekez kir ku, pêdviyan wan navçeyan bi kareba, av, xizmetên tendirustiyê, xanî û dezgehên hikûmî heye.




