Serfermandarê Pêşmerge: Kolandina xendeqan bo parastin Pêşmerge ye

Mûsil-KDP.info- Serfermandarê Hêzên Pêşmerge Ferîq Cemal Êmînkî dibêje, kolandina xendeqan li navçeyên Kurdistanî bo parastina çeperên Pêşmerge ye ji êrişên terorîstên DAIŞê.
Ferîq Cemal Êmînkî Serfermandarê Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew xendeqên ku Hêzên Pêşmerge li navçeyê azadkirî kolandine, bo parêzgarkirin li çeperên Pêşmerge ne û ne ji bo diyarkirina sînorê Kurdistanê ne. Li hinek cihan me 5 qonax xendeq kolandine, lewma ew cihên ku ji Pêşmerge re hatibûn diyarkirin, hatin rizgarkirin. Her cihek ku ji wan re jî bê xwestin dê bi biryara serokatiya Kurdistanê rizgar bike.”
Êmînkî wiha got: “Ew xendeqa ku hatiye kolandin bo rêgirtinê ye li hatine terorîstan û parastina çeperên Pêşmerge. Niha li başûrê Şingalê jî xendeq hatiye kolandin, lê hêj hin komelgeh di destê DAIŞê de mane, ku em yek nayê wê wateyê ku emê dest ji wan komelgehan berdin.”




