26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bedredîn: Ji ber PYDê % 60ê xelkê Rojava koçber bûne

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Çavdêrekî karûbarê Rojavayê Kurdistanê dibêje, PYD bi hêza çekan xwe li ser Rojavayê Kurdistanê feriz kiriye û rê nade hêzeke din ku fikra wê cuda be û niha ji ber siyaseta wan zêdetirî % 60ê ji xelkê Rojavayê Kurdistanê koçber bûne.

Selah Bedridîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Rojavayê Kurdistanê roj bi roj xerabtir dibe, ji ber ku PYDê li wir siyasetekî şaş birêve dibe û kesekî ji bilî xwe qebûl nake. Xelkê digrin û wan eşkence dike û bera wan dide, lewma rewşa Rojava pir xerab bûye û ji ber siyaseta wan zêdetirî 60 % ji xelkê koçberî derveyî welat bûne, ku ne ji ber rêjîmê bar dikin û ji tirsa PYDê direvin, ew jî tevî ku destê wan ligel rêjîmê heye.”

Selah Bedridîn wiha got: “Her kesek ji Rojava bireve PYDê destê xwe datîne ser mala wî û wek kesekî nepaqij û xayin didin naskirin û tometekê jê re derdixin, lewma ev yek jî karesateke mezin e û xelk dibêjin xwezî bi dema rêjîmê.”

Wî çavdêrê karûbarê Rojava wiha domand: “PYDê destê xwe daniye ser Rojavayê Kurdistanê û rê nade partiyê nava ENKSê ku ti çalakiyekê lidar bixin û niha gelek serkirdeyên wan girtine û avêtine zindanê, herwiha rojane jî xortan digirin û wan dibin leşkeriya bi zorê. PYDê nikariye xizmeta Rojavayê Kurdistanê bike û tenê yek destkeftên wan tune ne, jibilî wê jî sivkatiyê bi pîroziyên Kurdistanê mîna Pêşmerge û ala Kurdistanê dikin û li dijî pirojeyên netewî û dewleta kurdî derdikevin.”

Nûçeyên têkildar