26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Başîk.. 16 terorîst hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Başîk-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê dibêje, Hêzên Pêşmerge îro 16 terorîstên DAIŞê li nava Başîkê kuştin, ku xwe li nava Başîkê veşartibûn.

Lîwa Seyid Hejar ji malpera KDP.info re ragihand, îro danê sibehê ew 16 terorîstên DAIŞê yên ku li nêzîkî gundê Derawîş dixwestin ji xeta Pêşmerge derbas bibin û ber bi gundê Bacirbuh ve birevin Mûsilê, lê Hêzên Pêşmerge rê li wan girtin û 11 ji wan kuştin û 5an jî xwe teqandin, lê ti ziyan negihandin Hêzên Pêşmerge.

Wî fermandarê Pêşmerge got ku, niha Başîk bi temamî hatiye paqijkirin, ew terorîstên ku xwe veşartibûn jî dixwestin ji destê Pêşmerge rizgar bibin lê hemû hatin kuştin

Nûçeyên têkildar