26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Fermandarê şerê DAIŞê behsa paşeroja Mûsilê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di pêşwaziya fermandarê hêzên hevbeş ên li dijî DAIŞê de, ragihand ku nabe girûpên çekdarî yên derveyî dezgehên hikûmetê rolekî di operasyona Mûsilê û qonaxa piştî wê de bikin. 

Îro 10-11-2016 Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li general Stîfan Tawnsênd Sermandarê Hêzên Hevbeş ên li dijî DAIŞê kir.

Di wê hevdîtinê de, şerê li dijî terorîstên DAIŞê û pêşhatên leşkerî li navçeyê hatin nirxandin û behsa pêşveçûn û bandora hevpeymaniya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de.

Derbarê wê operasyonê de, Mesrûr Barzanî ragihand ku nabe girûpên çekdarî yên derveyî dezgehên hikûmetê rolekî di operasyona Mûsilê û qonaxa piştî wê de bikin. Herwiha da zanîn ku pêwîst e alîkariyên leşkerî yên zêdetir pêşkêşî Hêzên Pêşmerge bên kirin.

Nûçeyên têkildar