Serokatiya Kurdistanê Daxuyaniyên Nûrî Malikî Red Kir

Piştî belav bûna hin daxuyaniyên Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî di nava Rojnameya Elrey ya Kuwaitî de û beruvajî kirina hin rastiyan ji aliyê Serokwezîrê Îraqê ve evro, Serokatiya Kurdistanê daxuyaniyek weşand û di vê daxuyaniya han de eşkere kir ku, daxuyaniyên Nûrî Malikî dûrin ji rastî û mesele bi tenê meseleya Bakûrê û Başûr nîne belku, ev mesele anjî ev qirîza ku, niha li Îraqê de heye seraserê welat daye berxwe û mesele meseleyeke giştî ya Îraqê ye.
Di vê daxuyaniya han de behsa Deverên weqetandî jî hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku, Hikûmeta Îraqê piştî şerê Cîhaniya yekem li ser esasê tewafoqê hatiye damezrandin û Hikûmeta nû ya Îraqê jî her li ser esasê tewafoqê hatiye damezrandin lê Malikî ew yek cidî nagre û di derbarê Deverên weqetandî yên Kurdistanê yên ku, ji aliyê Rejîma Baesê ve hatine weqetandin madeyeke destûrî heye û di nava destûra Îraqê de navê wan Deveran Deverên weqetandiye lê Malikî bêyî ku, destûra Îraqê jî cidî bigre û li berçavan re derbas bike dibêje ev Deverên han Deverên têkelin, armanc ji vê nava han çespandina rastiyeke din ya siyasî bo ser wan Deveraye û em jî bi ti awayî vê yekê qebûl nakin jiber ku, di nava destûra bingehîn ya Îraqê de madeyek bi navê madeya 140 heye û dibe kêşeyên Deverên han jî li gorî vê madeya han werin çareserkirin.




