26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Barzanî bo Trump: Gelê Kurdistanê bo mafên xwe, hêviya piştevaniyê ji we dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Amerîka Donald Trump kir û daxwaza “piştevaniya tam” ji wî kir û got, gelê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa li benda piştevaniyeke tam in ji cenabê we.

Ev jî tekesta wê ye:

Gelek birêz Donald Trump
Bi navê xwe û gelê Kurdistanê ve ji bo hilbijartina ya wekî Serokê nû yê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka pîrozbahiyekî germ pêşkêşî we dikin.
Hêvîdar im li wê erk û berpirsiyariya girîng û nû de serkeftî bin. Gelê Kurdistan ev demeke dirêj e ku ketiye ber zulmekî zêde û neçar bûye bi navê parastina nasnameya neteweya xwe û bo azadiyê xebatê bikin.

Niha jî di şerekî qurs û mezin de ne li hember terorîstên DAIŞê ku rêxistineke terorîstî cîhanî ye û di wê riyê de jî me qurbaniyeke zêde daye.
Spasî gel û Hikûmeta Amerîka dikin ji bo wê alîkarî û piştevaniya ku dane me, di vê şerê dijî terorîstan de, ku bêguman ew dijî bingehên mirovayetî û azadiyê ne li cîhanê.

Hêvîdar im ew alîkarî û hevpeymaniya me di paşarojê de zêdetir berdewam û bi hêztir bin. Gelê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa li benda piştevaniyeke tam in ji cenabê we.
Careke din pîrozbahiyên xwe pêşkêşç te dikin û hêviya serkeftinê ji te re dixwazin.


Mesûd Barzanî
Hewlêr
09.11.2016
 

Nûçeyên têkildar