Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Donald Trump kir

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya hilbijartina namzedê Komariyan wek Serokê nû yê Amerîkayê, Serokwezîrê Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahî li Trump kir.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
Bi boneya hilbijartina wî wek serokê Amerîka, bi navê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ez pîrozbahiyê li birêz Donald Trump dikim û hêviya serkeftinê jê re dixwazim.
Ev hilbijartina serokatiya Amerîka di demekê de ye ku em mijûlî operasyoneke berfireh in li Mûsil û derdora wê ne bo jinavbirina terorîstên DAIŞê.
Xelkê Herêma Kurdistanê jî dizanin ku beriya niha Donald Trump di dema kampanyaya hilbijartinan de piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge diyar kiribû, û niha ew li hêviya cîbicîkirina wê piştevaniyê ne.
Hevpeymaniyeke bihêz di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de bo şerê terorîstên DAIŞê û tundiyê heye û em ji her kar û erkekî di çarçoveya wê hevpeymaniyê de amade ne. Em pêşwaziyê li serdana Serokê nû yê Amerîka Donald Trump bo Herêma Kurdistanê di paşerojê de, dikin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
9-11-2016




