Konsulusê Îtaliyayê xatira xwe ji serok Barzanî xwest

Îro yekşem 09/12/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Cîrardo Karentî Balyozê Îtalya li Iraq kir.
Li hevdîtinê de, Balyozê Îtalya li Iraq, bi kurtî behsa kar û çalakiyên Balyozxaneyê ya li dema derbasbûyî de xisterû, tekez jî kir ku welatê wan li pêşxistina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê de berdewam dibê û ji bo encamdana karê veberhênanê li Herêmê da hana veberhênan û kompanyayên Îtaliyan jî dide.
Her wiha ji bo wan hevkarî û hemahengiya ku li dema karkirinê da wekî Balyoz li Iraqê lê hatiye kirin spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêmê kir û balkişand li ser siyaseta hekîmaneya Serok Barzanî ya pêkanîna aramî û pêşxistina Herêmê ya li hemû waran da.
Li beramberda Serok Barzanî behsa rola Balyoz kir ku li wan karên dema derbasbûyî de encam daye ku bûye sedema pêşxistina pêwendiya navbera Herêm û Îtalya û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû de xwest.
Her wiha nirxandina qeyrana siyasiya Iraqê û helwest û nêrîna Serok Barzanî ya li ser vê qeyranê û çawayiya çareserkirina wan ya li gor madde û birgeyên destûr û peymana siyasiyan mijareke dinê vê hevdîtinê bû




