26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî serdana pêşmergeyan li eniya Başîkê kir

Çavkanî: KDP.info

Başîk-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana sengerên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li eniya Başîk kir û di wê serdanê de Serok Barzanî şîretên pêwîst ji bo fermandeyên Pêşmerge xisterû û daxwaz kir ku bajaroka Başîk bi zûtirîn dem de ji mîn û teqemenî û paşmayên terorîstan bê paqijkirin, ji bo ku nîştecihên wê bikarin bi baweriyê ve vegerin ser mal û warên xwe.

 

Roja çarşem 09.11.2016 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana sengerên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li eniya Başîk kir.

 

Di vê serdanê de ku bi mebesta agahdarbûna ji rewşa bereyên şer û navçeyên azadkiriyan û rewşa Pêşmerge hate encamdan, Serok Barzanî pîrozbahiya azadkirina bajarokê Başîkê li gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman kir û spas û destxweşiyê jî li fermande û Pêşmergeyên wan hêzan kir ku beşdarî operasyona azadkirina bajaroka Başîkê bûne û serkeftinekî mezin li beranber terorîstên DAIŞê tomar kirine.

 

Di vê serdanê de Serok Barzanî serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên şehîdan kir û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest.

 

Di derbarê rewşa bajaroka Başîk û parastina asayîşa nava bajarokê Serok Barzanî şîretên pêwîst ji bo fermandeyên Pêşmerge xisterû û daxwaz kir ku bajaroka Başîk bi zûtirîn dem de ji mîn û teqemenî û paşmayên terorîstan bê paqijkirin, ji bo ku nîştecihên wê bikarin bi baweriyê ve vegerin ser mal û warên xwe.

Nûçeyên têkildar