26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihandin Şêxan, Kampa Xazir û Çiyayê Şingalê

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Îro 09.11.2016ê Dezgayê Xêrxazî ya Barzanî, cilûberg li ser 2475 malbatên penaber ên êzdî dabeş kir û beşa qut û erzaqê mehane da 1427 malbatan û herwaha pêdiviyên xwandin û dibistanê bo 460 xwandevanên li çiyayê Şingalê pêkanî û alîkariya penaberên kampa Xazir jî berdewam dike.

Îro Dezgayê Xêrxazî ya Barzanî bo penaberên çiyayê Şingalê û kampên derdora wê, bi alîkariya li gel wezareta koç û koçberên Iraqê bi çalakiyekî hevbeş de cilûbergê zivistanê û pêwîstiyên paqijiyê li ser 2475 malbatên penaber ên kurdên êzdî li kampên Zurafa, Kuhbil, Îwrik, Xanesor û gundê Edîkada dabeş kir.

Heman demê de bi hemahengiya li gel saziya bernameya cîhanî ya qut û erzaq WFP beşê mehana ku pêkhatibû ji nok, fasilye, sawar, şekir, rûn, xwe û birinc li ser 1427 malbatên kampa Germawa ya sînorê bajarokê Şêxanê dabeş kir. Dezgayê Xêrxazî ya Barzanî û saziya bernameya cîhan a qut û erzaq WFP, bi piroseyekî hevbeş ve qut li ser nêzîk 28.000 malbatên penaber ên kamp û dervey kampan de jiyan dikin dabeş dikin.

Herwaha Dezgayê Xêrxazî ya Barzanî û rêxistina navnetewî ya aramî, pêdiviyên xwendinê li Şingalê îro ji bo 460 xwandevanên dibistanê dabeş kir.

Dezgayê Xêrxazî ya Barzanî bi alîkariya li gel hevpeymana cîhana mesîhî (İnternational Cihristian and Missionary Alliance) tiştên paqijiyê li ser 902 malbatên nû penaberbûne li Xazirê dabeş kirin.

Nûçeyên têkildar