Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mamosta Şêx Mihemed Berzencî kir

Îro yekşem 09/12/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Mamosta Şêx Mihemed Berzencî pêşewaya Komela Îslamiya Kurdistanê û şanda li gel kir.
Li hevdîtinê de, rewşa îro ya Iraq û bargirjiya vê dawiyê ya navçeyên veqetandî hate nirxandin û her du alî tekez li ser yekrêziya gelê Kurdistanê û çespandina tebayî û hemahengiya navbera aliyê siyasiyên Kurdistanê kir bi navê parastin û pêşxistina destkeftan û bergirîkirina wan tehdidan ku rû bi rûyê gelê Kurdistanê dibin




