26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Erebên ku êrişî Şingalê kiribûn, PKKê wan dike çekdarê xwe”

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, ew erebên ku êrişî Şingalê kiribûn û teide li xelkê Şingalê kiribûn, PKKê wan dine çekdarê xwe. Herwiha dibêje, ew xortên ku PKKê ew xapandibûn û tevlî xwe kiribûn, niha poşman bûne û dest ji wan berdidin.

Mehma Xelîl Qayîmeqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew xortên Şingalê yên ku bi gotinên cuda ji aliyê PKKê ve hatibûn xapandin û ji rê çûbûn, niha ji wan dûr dikevin û poşman dibin, ji ber ku dizanin PKK nikare xizmet û îdareya Şingalê bike û ti baweriya wan bi PKKê nemaye û dizanin ku di dawiyê de PKKê dê ji wan re bibe pirsgirêk.”

Xelîl wiha got: “Ew erebên derdora Şingalê ku teide li şeref û malên xelkê Şingalê kirine, direvin cem PKK û PKKê jî wan dihewîne û wan dike çekdarên xwe, ji ber vê yekê jî baweriya xelkê Şingalê bi wan nemaye.”

Nûçeyên têkildar