Seyid Hejar: Başîk bi temamî hat paqijkirin..4 terorîstên din hatin kuştin

Başîk-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê ragihand ku Başîk bi temamî ji terorîstên DAIŞê hat paqijkirin û îro jî 4 terorîst hatin kuştin ku dixwestin birevin.
Lîwa Seyid Hejar ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge berdewam bûn li ser paqijkirina wî bajerokî û karîn bi temamî ji terorîstan paqij bikin û niha bawer nakim ti terorîst tê de mabin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “4 terorîst di Başîkê de mabûn, ew jî îro Hêzên Pêşmerge ew kuştin. Ji dema rizgarkirina Başîkê û heta niha hejmarek zêde ji terorîstên DAIŞê hatine kuştin ku xwe di nava Başîkê de veşartibûn.”




