Hemîd Derbendî: Tenê aliyek nikare xwe bi ser Rojava de feriz bike

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Serok Barzanî bo karûbarê Rojavayê Kurdistanê Hemîd Derbendî dibêje, bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê Herêma Kurdistanê gelek tişt kirine. Herwiha dibêje, aliyekî siyasî bi tenê nikare xwe bi ser parçeyekî Kurdistanê de feriz bike.
Hemîd Derbendî ji malpera KDP.info re ragihand: “Serok Barzanî ne tenê derfeteke zêrînî daye Rojavayê Kurdistanê lê belê gelek caran hewl daye ku aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê vê derfeta dîrokî jidest nedin. Wan jî soz dan piştevaniya wî bikin û yekgirtî û dost bin da ku vê derfetê jidest nedin, lê mixabin ew yek neçû serî, bi taybetî jî aliyê PYDê.”
Derbendî wiha got: “Ez şahid bûm ji rêkeftinên Hewlêr 1 û Hewlêr 2 û Dihok 1 re ku çawa rêkeftin di navbera ENKS û TEV-DEMê de hat kirin. Di rêkeftinekê ji wan rêkeftinan de siyasetmedar Leyla Zana û Osman Baydemîr jî amade bûn. Serok Barzanî bi eşkere got ku Herêma Kurdistanê dê alîkariya Rojavayê Kurdistanê bike û di civînên xwe de ligel welatên Ewropa û Erebî û Amerîka de jî daxwaza alîkariyê bo Rojavayê Kurdistanê dikir û Serok Barzanî di civîna xwe de ligel berpirsên Amerîka daxwaza çekar bo Kobanî kir û çek ji Kobanî re hatin şandin û Pêşmerge çûn wî bajêrî. Ji gelek aliyan ve Herêma Kurdistanê alîkariya Rojava kiriye ku pêwîst nake em behsa wan bikin, ku me gelek civîn ji wan re bi welatên cîhanê re amade kirine û me ji hemû aliyekî ve alîkariya wan kiriye.”
Nûnerê Serok Barzanî bo karûbarê Rojavayê Kurdistanê wiha got: “Me bi zelalî ji PYDê re got, aliyek bi tenê nikare wî barê giran ê parçeyekî Kurdistanê rake. Partiyek bi tenê nikare xwe bike defakto û aliyên din red bike, lê mixabin ew rijd in li ser siyaseta xwe. Lê bi nêrîna min ya baş ew vegerin ser rêkeftinên berê û hevkariya hev bikin û eger ew yek bê kirin Serok Barzanî dê hevkariya wan bike.”




