26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Başîk.. 40 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

 Başîk-KDP.info- Fermandarê Hêza Zêrevanî ya Pêşmerge li Eniya Başîkê Lîwa Salar Teymûr ragihand ku, ji şevê din ve û heta niha 40 terorîstên DAIŞê li Başîkê hatine kuştin.

 

Lîwa Salar Teymûr Fermandarê Hêza Zêrevanî ya Pêşmerge li Eniya Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî rizgarkirina nahiyeya Başîkê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve û heta îro danê sibehê hejmarek mezin ji terorîstên DAIŞê ku xwe li nava Başîkê veşartibûn, bi destê Hêzên Pêşmerge ve hatin kuştin.”

 

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Şevê din saet 2ê şevê, dema ku direviyan, Hêzên Pêşmerge karîn 10 terorîstên wan bikujin û li cihekî din jî balafirên Hevpeymaniya Navdewletî li terorîstên DAIŞê dan û 11 kes ji wan kuştin. Ji aliyekî din ve, 10 xwekujên DAIŞê ku dixwestin xwe bi Pêşmerge de biteqînin, lê Pêşmergeyan bi tundî li wan dan, 9 ji wan kuştin û yek jî dîl girtin.”

 

Teymûr tekez kir ku tenê di nava şev û rojekê de 40 terorîstên DAIŞê hatine kuştin, ew jî jibilî wan terorîstên ku duhî di şerê Başîkê de hatin kuştin.

 

Fermandarê Hêza Zêrevanî ya Pêşmerge li Eniya Başîkê ragihand: “Ez bawer nakim êdî ti çekdarekî DAIŞê li nava Başîkê de mabe, lê dîsa jî emê sibe dest bi pişkinîna nava mal û kolanên wê bikin. Hêzên Pêşmerge jî pêşde naçin û heta vir ji me re hatibû diyarkirin, lê eger ferman ji me re bê em amade ne.”

Nûçeyên têkildar