26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Azîzî: PYD ne ji bo xêra me hatiye Rojava

Çavkanî: KDP.info

 Hewlêr-KDP.info- Endamekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê ragihand ku PYD ne ji bo xêra wan hatiye Rojavayê Kurdistanê û hêj serkirde û endamên wan bernedane.

 

Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “PYD jibilî xwe ti kes û aliyekî din nas nake û eger yek Kurd li Rojavayê Kurdistanê nemîne ji wan re nexem e, dixwazin bi tenê bimînin.”

 

Azîzî wiha got: “Ew her roj û di destê partiyekê û di destê welatekî de ne. Ew nehatine Rojavayê Kurdistanê da ku xizmeta me bikin û Kurd bi azad bijîn, lê belê hatine ku navmala Kurd têk bidin û Kurdan bigirin û wan bavêjin binê zindanan.“

 

Wî endamê ENKSê wiha domand: “PYD her mijûlî girtina serkirde û kadir û endamên em ye li Rojavayê Kurdistanê û niha gelek serkirde û endamên me di zindanên wan de ne.”

Nûçeyên têkildar