Serok Barzanî û Faleh Feyaz behsa serkeftinên Pêşmerge li Mûsilê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê û şanda ligel wî kir û di wê hevdîtinê de pêşketin û serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê li mîhwerên bakûr û rojhilat û başûrê Musilê gotûbêj kirin.
Roja sêşem 08.11.2016 li Selaheddin Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Faleh Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Niştîmaniya Iraqê û şandekî li gel kir.
Di hevdîtinê de qonaxên operasyona azadkirina Mûsil û pêşketin û serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê li mîhwerên bakûr û rojhilat û başûrê Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û tekez jî li ser hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê û pabendbûna wan ya bi cîhkirina qonaxên planên operasyona azadkirina Musilê kir.
Her li vê civînê de di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û proseya siyasiya Iraqê û rewşa navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.




