26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan bersiva Îranê da: Em îdiayên Sefewî qebûl nakin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva gefên Şêwirmendê Pilebilind ê Leşkerî yê Ayetullah Elî Xaminêyî yê Rêberê Îranê, general Yehya Rehîm Sefewî da û ragihand ew îdiayên Sefewî qebûl nakin.

 

Duhî Şêwirmendê Pilebilind ê Leşkerî yê Ayetullah Elî Xaminêyî yê Rêberê Îranê, general Yehya Rehîm Sefewî îdia kir, ku Herêma Kurdistanê alîkariya dijminên Îranê dike û derbarê egera serxwebûna Kurdistanê de jî gef li berpirsên Kurdistanê xwar.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro ser malpera xwe ya fermî derbarê îdiayên Rehîm Sefewî de daxuyanî da.

 

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin: “Şêwirmendê birêz Ayetullah Elî Xaminêyî yê Rêberê Îranê, Yehya Rehîm Sefewî derbarê Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de hinek îdiayên bêbingeh kirine. Ev gotinên çawa destwerdaneke bêdestûr di karên naxweyî yên Herêma Kurdistanê de ne û herwiha zerare dide peywendiyên dostanê yên di navbera Komara Îran û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên wê de.

 

Em bi eşkere dibêjin ku gotinên Yehya Rehîm Sefewî şaş in û bêbingeh in û ti belge di destê wî de tine ne ku vê van îdiayên xwe îsbat bike. Em amaje dikin ku di destê Sefewî de ti belge nîne ku Herêma Kurdistanê alîkariya dijminên Îranê dike îspat bike.

 

Em muameleyekî wiha yên ti aliyan li hemberî Herêma Kurdistanê qebûl nakin. Gotinên nerast yên Welatekî cîran li beramberê Herêma Kurdistanê de bûye cihê dilgiranî ye. Em hêvî dikin ku gotinên Yehya Rehîm Sefewî ne yên fermî yên Îranê bin.”

 

Hikûmeta Herêma amaje dike ku ew girîngiyê pê bihêzkirina peywendiyên xwe bi tevahiya welatên cîran re dide û ew dixwazin li herêmê aramî hebe.

 

Hat diyarkirin ku peywendiyên Hewlêr û Tehranê li ser hevkariyê hatine duristkirin û wiha hat ragihandin: “Em sipasiya hikûmeta Îranê û gelê Îranê dikin ku di rojên teng de alîkariyame kirine. Em wan alîkariyan jibîr nakin. Di şerê DAIŞê de Komarî Îslamî ya Îranê jî yek ji welatên alîkarî dabû me. Pêşmerge bi şertê ku xwîna xwe birijîne parastina Hewlêr û Kurdistanê kir. Em dîsa dibêjin em şikardar e fedekariya Pêşmerge û gelê xwe yê dijraber in.”

 

Di beşekê din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Ji bo çareserkirina pirsan lijneyeke payebilind di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê de heye û her du aliyan gelek caran hatiye teqezkirin ku kêşeyên ewlekariyê di rêya vê lijneyê de werin çareserkirin. Lewma mijareke ligel lijneya navborî nehatî behskirin, ji aliyê Yehya Rehîm Sefewî bi awayekî tehdîtkar bê behskirin helwestekê sosret e. Beriya niha jî gefên bi vî aweyî ji aliyê kesên weke Yehya Rehîm Sefewî hatine encamdan. Lewma em dixwazin rê li ber gef û gotinên wiha bêne girtin. Herêma Kurdistanê kiryarên bi vî awayê ti caran qebûl nake. Em ji rayedarên Komara Îslamî ya Îranê re dibêjin pirsên wiha divê ligel lijneyê were çareserkirin.”

Nûçeyên têkildar