26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Divê paşeroja pêkhatên Mûsilê bê garantîkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê ligel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, şandeke Parlemantoya Brîtanya ragihand ku ew lêkolînê dikin ku welatê wan dikare di çi warî de alîkariya Herêma Kurdistanê bike bi taybetî di warê aboriya Herêma Kurdistanê de û hêvî xwestin ku Herêma Kurdistanê zû vegere rewşa xwe ya berê.

Îro danê êvarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandekê ji parlemanterên hemû aliyên siyasî yên Parlemantoya Brîtanya bo piştgiriya Herêma Kurdistanê kir.

Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya xelk û hikûmeta Kurdistanê kir li ser merdî û mêrxasiya wan û hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê û pêşwaziya li hejmareke mezin ji koçberan. Herwiha wê şandê behsa aramî û pêşketinên Kurdistanê bi taybetî di ware civakî û mafê jinan de kir û ew yek vegerandin siyaseta rast a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Şanda Brîtanî amaje bi wê yekê kir ku ew lêkolînê li ser wê yekê dikin ku Brîtanya dikare di çi warî de alîkariya Herêma Kurdistanê bike bi taybetî di warê aboriya Herêma Kurdistanê de û hêvî xwestin ku Herêma Kurdistanê zû vegere rewşa xwe ya berê.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya wê serdanê û alîkariyên Brîtanya bo Herêma Kurdistanê di warê leşkerî û mirovî de kir û hêvî xwest ku ew piştgirî bo Herêma Kurdistanê berdewam be.

Herwiha behsa dilgiraniyên pêkhateyên cuda yên Deşta Neynewa kir bi taybetî Xiristiyan û Êzdî, û tekez li ser wê yekê kir ku pêwîst e hevkar bin bo vegerandina baweriyê bo wan pêkhateyan da ku bikaribin navçeyên xwe biparêzin û paşeroja wan garentî bibe û xizmeta navçeyên wan bê kirin.
 

Nûçeyên têkildar