Ala Kurdistanê li ser Başîkê hat bilindkirin

Başîk-KDP.info- Rêveberê nahiyeya Başîkê Zenûn Yûsif li nava wê nahiyeyê dibêje, xelkê Başîkê bi rizgarkirina Başîkê pir dilxweş din û ez bi navê wan spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hêzên Pêşmerge dikim ku ev nahiye jî rizgar kirin û li her cihekî ala Kurdistanê bilind kirin.
Zenûn Yûsif Rêveberê nahiyeya Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev 2 sal û çend meh in ku Başîk di bin destê DAIŞê de bû, lê îro Hêzên Pêşmerge qehremaniyeke din tomar kirin û nahiyeya Başîkê bi temamî rizgar kirin, lewma xelkê wê jî pir dilxweş in, lewma jî ez bi navê xwe û xelkê pirozbahiyê li Serok Barzanî û tevahiya Hêzên Pêşmergeyên qehreman dikim û spasiya wan dikim.”
Zenûn wiha got: ”Hêzên Pêşmerge Başîk bi temamî rizgar kirin û ala Kurdistanê jî li ser tevahiya wê bilind kirin.”
Başîk dikeve bakurê rojhilatê bajarê Mûsilê li sînorê Deşta Neynewa û 20 km dûrî navenda bajarê Mûsilê ye.




