26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge Başîk rizgar kirin

Çavkanî: KDP.info

 Başîk-KDP.info- Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge ragihand ku navenda Başîkê bi temamî hat rizgarkirin û ew pilana ku jê re hatibû danîn hat cîbicîkirin.

 

Hemîd Efendî Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro serê sibehê Hêzên Pêşmerge li gorî pilana ku ji wan re hatibû danîn êrişî navenda Başîkê kirin û niha Başîk bi temamî rizgar kirin û dibe ku çend xwekuj tê de mabin û ew jî dê bên kuştin.”

 

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Ew pilana ku hatibû danîn bo rizgarkirina Başîkê % 100 hat cîbicîkirin û serkeftineke mezin hat bidestve xistin, herwiha gelek terorîstên DAIŞê hatin kuştin û gelek termên wan li ser erdê mane.”

 

Nûçeyên têkildar