Rûsya dê berdewam be li ser alîkariya Pêşmerge û Kurdistanê
__2016_11_07_h15m22s51__HK.jpg)
Ajans-KDP.info- Di serdanekê de bo Moskoyê, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ligel Nûnerê Serokê Rûsya bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mîxaîl Bogdanov civiya û di wê civînê de aliyî rûsî tekez kir ku ewê berdewam bin li ser pêşkeşkirina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge.
Li gorî nûçeyekî rojnameya Îzostî ya Rûsya ku di medyayên Îranê de jî belav bûye, Felah Mistefa tekez kiriye li ser rûbirûbûna terorê û gotiye ji bo wê yekê pêdvî bi hevkarî û piştevaniya civaka navdewletî û Hevpeymaniya Navdewletî heye, ku Rûsya jî bekek û welatekî bihêz e li cîhanê, lewma jî daxwaz jê kirk u berdewam be li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê li dijî terorê.
Li gorî wê çavkaniyê, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihandiye ku di wê hevdîtinê de, Rûsya tekez kiriye ku di şerê li dijî terorê de ew pişta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bernadin.




