26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarê Başîkê: Pêşmerge pêşve diçin..Ziyanên me tune ne

Çavkanî: KDP.info

 Başîk-KDP.info- Hêzên Pêşmerge derbasî nav taxên nevçeya Başîkê bûn û fermandarekî Pêşmerge li wê navçeyê jî dibêje, heta niha 6 xwekuj û otomobîlekê xwe taqandine, lê ziyanên Pêşmerge tune ne.

 

Hêzên Pêşmerge di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de îro danê sibê seat 07.00ê, ji 4 milan ve dest bi kontrolkirina navenda Başîkê kirin, ku ev çend roj in Başîk di bin dorpêça Pêşmerge de bû.

 

Lîwa Seyid Hejar Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge ji herçar milan ve pêşde diçin û gelek cih rizgar kirine û gelek ziyan gihandine terorîstên DAIŞê.”

 

Li gorî wî fermandarê Pêşmerge, heta niha terorîstên DAIŞê bergiriyê dikin li nava Başîkê, lê nikarîne pêşkeftinên me bisekinîn, ku 6 xwekuj û otomobîlekê xwe teqandine, lê ziyanên Pêşmerge tune ne.

Nûçeyên têkildar