26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge ketin nava Başîkê..Serok Barzanî serperiştiyê dike

Çavkanî: KDP.info

 Başîk-KDP.info- Hêzên Pêşmerge derbasî nav taxên nevçeya Başîkê bûn û di navbera pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûnên dijwar hene û 20 terorîstên wan hatine kuştin.

 

Hêzên Pêşmerge di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de îro danê sibê seat 07.00ê, ji 4 milan ve dest bi kontrolkirina navçeya Başîkê kirin û gihiştin nav taxên wê.

 

Lîwa Behram Erîf Yasîn Fermandarê Lîwaya 7 a Bejayî ya Soran li Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê sibehê bi fermana rasterast ya Serok Barzanî me dest bi operasyona rizgarkirin û paqijkirina Başîkê ji terorîstên DAIŞê kir û niha ji herçar milan ve Pêşmerge gihîştine nava Başîkê û terorîst nema Karin li ber xwe bidin û tên şikandin û nêzîk emê serkeftinê rabighînin.”

 

Wî fermandarê Pêşmerge got ku, li gorî zanyariyên destpêkê zêdetirî 20 terorîstên DAIŞê îro hatine kuştin û emîrekî wan bi navê Ebû Ebdulah jî di nava wan de ye.

 

Nûçeyên têkildar