26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encûmena Asayîşê çarenivîsa wî DAIŞiyê Japonî diyar kir

Çavkanî: KDP.info

 Hewlêr-KDP.info- Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê girtina çekdarekî Japonî yê DAIŞê de belav kir. 

 

Daxuyanî waha ye:

Daxuyaniyek ji Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ve, derbarê girtina hemwelatiyê Japonî de.

 

Roja 19.10.2016ê hemwelatiyê Japonî yê bi navê Kusukî Tsîwnîwka ku wek Şamîl K. Tsîwnîwka tê naskirin, bi tometa hebûna peyvendiyên xwe yên li gel DAIŞê ve nêzîk çiyayê Zertik hate girtin.

 

Di lêkolîna ku ji aliyê saziyên dijî terora Kurdistanê de, derkete holê ku bi telefona bi aqil ve peyvendiyên wî li gel endamên DAIŞê hebûye.

 

Piştî girtina wî saziyên asayîşa herêma Kurdistanê berdewam li gel desthilatdarên Japon di gotûbêj û peyvendiyê de bûn, herwaha biryar hate dayîn ew hemwelatiye ji wan re bê radestkirin û di çarçoveya vê biryarê de îro 07.11.2016ê bi rêya balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ve hate birêkirin.

 

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistan

07/11/2016

 

Nûçeyên têkildar