26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Di merasîmekê fermî leşkerî de pêşwazîli cenazeya Dr. Silêman hat kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro danê êvarê cenazeya şehîd Seîd Çurukaya ku wek Dr. Silêman tê naskirin, bi riya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê.

Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê Parlemantoya Kurdistanê Ceifer Îmînkî û Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û hejmarek fermandarên Pêşmerge pêşwazî li cenazeya Dr. Silêman kirin.

Di merasîmeke fermî leşkerî de pêşwazî li cenazeyê Dr. Silêman hat kirin, ku ji Hewlêrê ber bi Bakurê Kurdistanê ve hat birêkirin û dê li bajarê Bîngolê hat veşartin.


Pêşmergeyê xwebeş Dr. Silêman, roja Çarşemê 26ê Cotmeha 2016, dema ku ew û hevalên xwe yên pêşmerge li gundê Tisxiraba Mezin li Mêhwera Başîkê dikevine tunêleke mezin a DAIŞê, piştî nîvro di encama teqîna mînekê de, bi giranî birîndar bibû.

Dr. Silêman piştî birîndarbûnê rojekê li Hewlêrê li nexweşxaneyê di bin çavdêriya pizîşkan de mabû û duh ji bo dermankirinê bi firokeya ambulans li gel timekî bijîşkî veguhestibûn bajarê Kolnê yê Almanyayê.

Pêşmergeyê xwebeş Dr. Silêman 30-10-2016 li bajarê Kolnê li nexweşxaneyê şehîd bû.

Nûçeyên têkildar